Li Diyarbekirê Konferansa Qazî Mihemed Tê Sazkirin

Nûçexane – Grûpa Diyalogê ya Dîcle Firat, wê 1ê cotmeha bê derbarê Rêberê Komara Mihabadê pêşewa Qazî Mihemed de, konferansekê saz bike.

Grûpa Diyalogê ya Dîcle Firatê ku navenda wê li Diyarbekirê ye wê 1ê cotmehê,  li ser damêzirînerê Komara Kurd a Mihabadê ya ku di sala 1946an de li Îranê hatibû damezrandin, Qazî Mihemed konferansekê saz bike.

Serokê Grûpa Diyalogê ya Dîcle Firatê Mûhîttîn Batmanli derbarê konferansê de ji AKnewsê re got, “ Me hêj kesên ku dê di konferansê de lêkolîn û gotaran pêşkêş bikin, destnîşan nekiriye. Emê kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê  û kurdên Ewropayê bo konferansê vexwînin. Armanca me ew e ku em rêberên Kurdistanê bi bîr bînin û derbarê jiyana wan de zanyariyan bidin.”

Batmanli daxwaz li kesên ku derbarê Qazî Mihemed û Komara Mihabadê de pirtûk nivîsandine û kar kirine, kir ku bo beşdarîkirina konferansê serî li wan bidin û aşkere kir, ew dê lêkolîn û gotarên konferansê bikin pirtûk. AKnews

Advertisements