Parlementoya Brûkselê Dewleta Filîstîn Nas Kir

Nûçexane – Bruksel a ku yek ji beşa otonom a Belçîkaya Federe ye, dewleta Filîstîn bi sînorê1967an bi awayekî fermî nas kir.

Bi piştgiriya hemû partiyên siyasî parlamentoya herêmê ya Brukselê di dengdayîna serxwebûnê de ji 72 parlamenterên heyî 66’an jê dengê “erê” 6’an jî jê “nediyar” bikar anî.

Bi peşnûmeya ku hate erêkirin re hukimeta Brukselê, Dewleta Filistînê nas kir û bang li hukimeta Belçîkayê û YE’yê jî kir ku bidin ser heman riyê.

Di mijara naskirina Filistînê de din ava YE’yê de dîtneke hevpar nîn e û serkêşên eniya ku li dijî naskirina Filistînê ne jî Elmanya, Îtalya, Holenda, Komara Çek û Romanya ye. Nûnera payebilind a Karê Derve ya YE’Yê Catherine Ashton’ın, dest nîşan dike ku heta mûtabakt pêk were ew ê mijarê nexin rojeva xwe, teahudek wisa dide dewletan. Jêder: ANF

Advertisements