‘Îran Dixwaze Başûrê Kurdistanê Dagir Bike’

Nûçexane – Hê operasyona ku rejîma Îranê li Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin didome û hate ragihandin ku hejmara windayên leşkerên Îranê 53 derbas kiriye. Berdevkê PJAK’ê destnîşan kir ku Îran dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Şerzad Kemanger ê berdevkê PJAK’ê agahî da ANF’ê û got, “Ji êvara şemiyê û vir ve ye di şerê Îranê û PJAK’ê de 53 leşkerên Îranê hatine kuştin.” Kemanger anî zimên ku şer nêzî Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê ye û bi qasî kîlometreyekê din ava sînor de li qadên Dola Kokê, Destê Wezne û Zelê şer gur bûye.

Di vî şerî de 2 gerîlayên PJAK’ê jiyana xwe ji dest dane û 4 gerîla jî birîndar bûne. Berdevklê PJAK’ê destnîşan kir ku hê jî şer didome.

Kemanger anî zimên ku ligel 53 miriyên leşkerên Îranê 43 leşker jî birîndar bûne. Her wisa peyayên leşkerên Îranê bi 6 tankan jî êrîşî gerîla dikin.

Sekreterê Giştî yê Wezîrareta Pêşmergeyan Cabar Yawer jî bimbekirina Îranê piştrast kir lê agahiyên berfireh neda.

Lêbelê digel vê operasyona berfirah jî hê hukimeta BExdayê û raya giştî ya navneteweyî bêdengiya xwe didomînin. ANF

Advertisements