Muzexaneya Şehîd û Enfalan Tê Damezirandin

Nûçexane – Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalên Kurdistanê Aram Ehmed, îro bi Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî re civîya. Ehmed, di civînê de diyar kir ku, wê di demeke nêz de muzexaneya Şehîd û Enfalên Kurdistanê bê damezirandin.

Di nûçeyeke Kurdistan TVyê de hat ragihandin ku, Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalên Kurdistanê Aram Ehmed, îro bi Parêzgerê Hewlêrê Newzad re civîyaye û di vê hevdîtinê li ser xizmetên baştir ên ji bo bîranîna enfalîyan û malbatên wan hatiye rawestin. Di civînê de biryar hatiye girtin ku, munumîtên şehîd û enfalîyan bê çêkirin û di demek nêz de jî muzexaneya Şehîd û Enfalên Kurdistanê were damezirandin.

Advertisements