Opozîsyona Sûrî li Civîna Stenbolê Hisabê Kurdan Nekir

Nûçexane – Nûnerên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji civîna opozisyona Sûrî ya ku doh bi navê ‘Konferansa Rizgariya Netewî’ li bajarê Tirkiye Stenbolê pêk hat vekişîyan. Nûnerên Kurd diyar kirin ku, sedema vekişînê guhnedana opozîsyonê ya mafên kurdan e.

Bizavkarê Kurd Mihemed Reşîd ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re ragihand ku, beşdarên konferansê pênasînê bi mafên netewî yên Kurdan nakin, lewma wan biryar daye ji konferansê derkevin. Rêşîd da zanîn ku, ji ber nenaskirina mafên kurdan ew wekî kom ji konferansê derketine.

Hêjayî gotinê ye ku, nûnerên Kurd, ji ber sedemên nehiştina axaftinên destpêkê, tevlînekirina komîteya amadebûnê û meşandina konferansê ya tenê li ser navê Komara Ereb a Sûrîye ji konferansê vekişîyane.Jêder: Jêder: VOA Kurdî

 

 

 

Advertisements