Parlamentoya Kurdistanê sinetkirina keçan qedexe kir

Nûçexane – Yasaya nehiştina şîdeta malbatî ku sinetkirina keçan jî qedexe dike, berî dû hefteyan li Parlamentoya Kurdistanê hat pesendkirin. Berpirs û Damezrênerê Rêxistina WADI ya Alman Thomas von der Osten vê yasayê weke “zarok”ekî xwe dibîne û weke “destkefteke mezin” lê dinêre, lê dibêje: “Karê ciddî piştî pejirandina yasayê destpê dike”.  Osten di wê baweriyê de ye ku tenê derxistina yasayê ji bo nehiştina vê fênomenê têr nake, lê dibêje: “Kurdistan tena navçeya Rojhilata Navîn û Efrîqa ye ku yasayeke bi vî rengî derxistiye.”

Rêxistina WADI bi vejandina mafên mirov û demokrasiyê re mijûl e û giringiyê dide pirsgirêkên jin û zarokan. Thomas von der Osten ku damezrênerê vê rêxistinê ye, nêzîka 20 sal in li Kurdistanê di van waran de kar dike, lewra jî şehrezabûneke mezin li ser pirsên civakî û çandî yên civaka kurd peyde kiriye.

Di 2004ê de, Osten ji bo nehiştina diyardeya sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê dest bi kampanyeke berfireh kir. Îstatîkên Rêxistina WADI li ser rêjeya xetenekirinê li Kurdistanê pir balkêş bûn û jixwe ev bû sedemê gengeşe di navbera navendên olî û navendên parastina mafên jinan de, derkeve. Encama van gengeşeyan jî, ew bû di sala 2008ê de proje-yasaya nehiştina şîdeta malbatî bi piştîvaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat danîn, ku heftiya çûyî parlamentoya Kurdistanê pesend kir. Yek ji madeyên wê jî sinetkirina jinan weke tawan dide naskirin û ceza bo dehifder û cîbicîkerên wê diyar kiriye. Osten dibêje: “Lewra ev yasa weke zarokekî min e.”

Parlamento sê sal dereng ma

Osten dixwest ku Herêma Kurdistanê zûtir ev pêngav bavêta: “Cihê mixabiniyê ye ku parlamento sê salan ma heya ku ev yasa derxist û di vê navberê de jî bi hezaran keç hatin sinetkirin.” Lê Tirsa Thomas von der Osten heye ku neyê pêkanîn: “Karê ciddî piştî pesendkirina yasayê destpê dike, çimkî nehiştina vê fênomenê tenê bi pesendkirina yasayekê nayê kirin, weke me berê di yasaya qedexekirina kuştinê bi behaneya parastina namûsê de dît, herdem kêşeya cîbicîkirinê heye.”

Li gor Osten eger aliyên pêwendîdar û civak bi xwe vê yasayê ciddî werbigirin û li ser nehiştina sinetkitina jinan pêkut bin, bicihkirina yasayê garantî ye. Di vê çarçoveyê de jî pêwîst dibîne ku ji bo mamoste û oldaran kampanya hişyarkirin û vekirina kursên perwerdeyê bê dirêjkirin.

Osten bi piştrastî dibêje biryardana vê yasayê li cîhanê wêneyekî erênî li ser Kurdistanê çêdike: “Wêne baştir dibû eger yasa çend salan berî niha bihata pesendkirin.”

Herêma Kurdistanê bi derxistina vê yasayê weke ku Thomas von der Osten dibêje, dibe tena navçeya Rojhilata Navîn û Efrîqa ku yasayeke bi vî rengî derdixe: “Weke em zanin li welatên wek Siudiyê, Misir, beşekî Urdun û Oman û welatên Efrîqî jî ev diyarde heye, lê li van welatan ti kes qala vê diyardeyê nake, ev tiştekî erênî ye bo Kurdan.”

Zêdetirîn rêjeya sinetkirina keçan li devera Pişder e

Li gor lêkolîna herî dawî ya Rêxistina WADI ku di 2008ê de li ser Hewlêr û Silêmaniyê û Germiyan hatiye kirin, rêjeya xetenekirina jinan li van navçeyan ji sedî 66 bû. Rêxistina WADI niha jî lêkolîneke taybet li ser Kerkûkê çêdike. Osten ragehand: “Rêjeya sinetkirina keçan ji navçeyekê heya yeke din diguhere. Li hinek deveran rêje ji sedî 100 e, mînak zêdetirîn rêjeya sinetkirina keçan li devera Pişder e ku Ranya û Qeladizê jî lixwe digire. Herwiha li Hewlêr û Silêmaniyê jî rêje bilind e.”

Nehîştina sinetkirina jinan ku tê gotin kevneşopiyeke Firewnî ye û ji zemanên kevin derbasî civakên deverê bûye, Osten dibêje: “Hevalên min li Misirê ji bo nehiştina sinetkirina jinan ev nêzîka 20 sal in berdewam in, lê li Kurdistanê ev 4-5 sal in kampanya destpê kiriye. Ger li Kurdistanê bi heman lezgîniyê ev prose bê bicihkirin, Kurdistan dikare bide pêşiya gelek welatên ku ev diyarde li wan heye.” Rûdaw

Advertisements