Serfermandarîya Tirk: Sedema Şewatê Germahîya Bêhtirî 40 Pîleyî Bû

Nûçexane – Rêyedarên Serfermandarîya Tirkiye li ser mirina bi guman a 13 leşkeran a dema operasyona li dijî hêzên PKKê birêve diçû, agahî da nivîskarê rojnmaeya Milliyetê Fîkret Bîla. Serfermandarî dibêje, sedema şewatê dibe ku, çirûska qalikê guleyekê be yan jî narincokên Rûs yên şewatê derdixin.

Fîkret Bîla bal kişand ser agahdarîya rayedarên serfermandarîyê û got, sedema şewatê ne firokeyên şer in, lê raste ku helîkopter li cihê operasyonê digerîyan. Li gor rayedarên serfermandarîyê, ji ber ku germa cihê şer lê pêk dihat ji 40 pîleyî zêdetir bû, dibe ku ji çirûska qalikê guleyekê jî ew şewat derketibe. Rayedarên serfermandarîyê her wiha dibêjin, agahîya derbarê bikaranîna narincokên Rûs yên lawê (şewatê) ku ji alîyê endamên PKKê ve hatine bikaranîn jî rast e.

Serfermandarîyê li ser şewatê ev agahî da: “Dema pevçûn pêk dihat, germa hewayê bêhtirê 40 pîleyî bû. Li cihê pevçûnê gîhayên ji qama mirov bilindtir hene. Çirûska qalikê guleyekê jî dikare  van gîhayan bişewitîne û bibe sedema şewatê. Li alîyê din jî, rast e ku PKKyîyan narincokên Rûs ên şewatê derdixin bi kar anîne.”

Advertisements