Elçî: Dema Serokwezîr parlamenterên Kurd red kir siyaset xitimî

Nûçexane – Serokê Giştî yê KADEPê û Parlamenterê Diyarbekirê Şerafettîn Elçî da zanîn ku dema Serokwezîrê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan parlamenterên Kurd red kir rêya siyaseta demokratîk a rewa jî xitimî.

Şerafettîn Elçî, di hevpeyvîna rojnameya Milliyetê ya bi Asli Aydintaşbaş re kiriye de got ku, di dema boykotê de, wextê Serokwezîr Erdogan parlamenterên Kurd red kir rêya siyaseta demokratîk a rewa xitimî û rê li ber aktorên derveyê siyasetê, şergêran vebû û ev buyerên vê dawiyê yên trajedîk qewimîn.

Elçî diyar dike ku piştî hilbijartinan ger Erdogan bigota neheqiyek li Hatîp Dicle û parlamenterên Kurd bûye û wê bi awayekî di meclisê de vêna rast bikin, rê nedaba parlamentera AKP-ê Oya Eronat li şûna Dicle biçe mazbata parlamenteriyê wergire û here li meclisê sond bixwe, hêrsa Kurdan hewqasî zêde nedibû û ev bûyer jî nediqewimîn.

Parlamenterê Diyarbekirê Elçî dide zanîn ku hevwelatiyên Kurd ên Diyarbekirê ji wan re gotine piştî vê neheqiyê ger ew herin meclîsê û sond bixwin dê li meydanan xwe bişewitînin û dibêje: ”Di rewşeke wiha de ne mimkun bû hîç parlamenterekî Kurd bikaribe here meclîsê sond bixwe.”

Elçî, Erdogan û hikûmeta wî jî rexne dike ku tenê dixwazin bi Îmraliyê Abdullah Öcalan re lihevbikin, BDP-ê û Qendîlê bidin aliyekî û got bi vî awayî hikûmet bisernakeve. Herwiha daxwiyaniyên Erdogan jî rexne kirin û wiha axifî: ”Heta niha hemû şêwazek bikaraniye, şêwazek nemaye, ji xeynî bikaranîna atomê û çekên kîmyayî dewleta Tirk her tişt kiriye lê biserneketiye. Niha jî bisernakeve.”

Elçî axaftina xwe wiha diqedîne: ”Dîsan jî çareserî diyalogê de ye, li meclîsê ev pirs dikare bê çareserkirin. Divê li Tirkiyê bawerî ji Kurdan re bê çêkirin û Tirk jî bên razîkirin.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements