Li Batmanê Xortekî 16 Salî Xwe Kuşt

Nûçexane – Li navenda Êlihê (Batman) xortekî 16 salî bi navê Z.O. li malê darvekirî hate dîtin.

Hate zanîn ku, li taxa Saglikê ya navenda bajar ya Êlihe zaroka 16 salî Z.O. li mala xwe darvekirî hate dîtin. Piştî ku Z.O. demek dirêj ji malê derneket, malbat ket şik û gûmanê û çû odeya Z.O. Malbat piştî çû hundir dît ku Z.O. li hundir xwe darve kiriye. Piştî cenaze birin Nexeşxaneya Herêmê ya Êlihê û otopsî kirin, cenaze teslîmî malbatê kirin. Li gel Z.O. li Êlihê di meha dawî de 6 bûyerên “întîhar”ê pêk hatin. ANF

Advertisements