Emîne Ayna: Artêşa Tirk bi xeletî leşkerên xwe kuştine

Nûçexane – Parlamentera BDPê ya Diyarbekirê Emîne Aynayê di programa Roj TV ”Sêla sor” de got, li Farqînê bêyî tevlibûna gerîlayên PKKê bi ”xetayeke” ordiya tirk bûyerek qewimiye û şer di navebera gerîlayên PKKê û eskeran de derneketiye û îma kir ku ordiya tirkan bi xwe eskerên xwe kuştine.

Emine Ayna doh beşdarî bernameya Roj TV ya ‘Sêla Sor’ bû û li ser bûyera kuştina 13 leşkerên artêşa Tirkiye got ku, serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hêzên dî yên Tirkiyeyê dixwazin vê bûyerê li hemberî wan bi kar bînin lê belê ti eleqeya gerîlayên PKKê pê ve nîne û wiha peyivî: “Bi xetayeke ordiya tirk û balafirên wan 13 esker hatin kuştin. Heger wan ew xeta nekira dê gerîla hatibûna kuştin û esker nedihatin kuştin. Ez dixwazim balê bikişînim ser vê niqteyê: Li wêderê pozîsyona gerîlayan ya şerî nebû. Di wê rewşa pevçûnê ya li Farqînê de pozîsyoneka şerî ya gerîlayan nebû. Li wêderê wisa nebû ko mirov bibêje [eskeran] bi gerîlayan re şer kir, li hev xistin û wisa hatin kuştin, wisa jî nebû. Li wêderê rewşeka pevçûnê çênebûye. Wisa nebûye ku mirov bibêje pevçûnek çêbû û gerîlayan esker kuştin, ne wisa ye jî.
Ez dixwazim vê bibêjim: Ya ku li wêderê qewimiye bêguman li derveyî PKKê û li derveyî gerîlayan qewimiye û ez dixwazim vê bibêjim. Hê jî nediristiyek li ortê heye. Goya PKKê û gerîlayan çalakiyek kirine û esker di netîceya wê de hatine kuştin. Wisa meseleyê didin piyaseyê û di medyayê de belav dikin û dixwazin kurdan û tirkan bînin hemberî hev. Di vê helwêstê bi xwe de nesemîmiyetiyeke cidî heye. Jêder: Nefel

Advertisements