YNK û PDK ji bo bersiva Opozisyonê dicive

Nûçexane – Endamê polîtburoya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê Imad Ehmed ragihand ku, wê roja pêncşemê (21 Tîrmeh 2011) herdu polîtburoyên Partîya Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê bi hev re kom bibin.  Hat diyarkirin ku, wê mijara sereke ya kombûnê guftûgoya li ser amadekirina bersiva opozisyonê be.

Endamê polîtburoya YNK, Imad Ehmed ji Peyamner News Agency de got: “Biryar wiha ye ku roja pêncşemê herdu polîtburoyên PDK û YNK bi hev re kom bibin û bi hev re li ser rewşa siyasî ya Iraqê, Herêma Kurdistanê û pêwedîya navbera alîyên opozisyonê guftûgoyan bikin.

Imad Ehmed got ku, yek ji ajendayên kombûna roja pêncşemê wê amadekirin û ragihandina bersiva helwesta alîyên opozisyonê be.

Endamê serkirdatîya YNK Imad Ehmed da zanîn ku heta niha li ser mijara vegerandina bûdçeya alîyên opozisyonê tu guftûgo nehatine kirin û wê di vê kombûna bê kirin de behsa wê mijarê jî bêkirin. Jêder: PNA

Advertisements