Elçî: Bêyî Tifaqa Giştî Îlankirina Xweserîyê Ne Rast e

Nûçexane – Serokê Partîya Demokrasîya Beşdar (KADEP) û parlementerê Diyarbekirê Şerafettîn Elçî, li ser îlankirina Xweserîya Demokratîk a ji bo Bakûrê Kurdistanê got, Xweserî ne biryareke wisa ye ku hêlek rabe bi serê xwe îlan bike. Elçî, biryara îlankirina xweserîyê ya KCDê ji hêla siyasî ve wek bêhêzkirin û bêbandorhiştina BDPê nirxand.

Di dîroka siyasî de tiştekî wiha tune

Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî di bernameyeke TV ya Haberturkê de got ku, ew biryara hefteya borî ya îlankirina ‘Xweserîya Demokratîk’ a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) rast nabîne. Elçî îlankirina xweserîyê wek biryareke ne di wext de nirxand û da zanîn ku, Xweserî ne biryareke wisa ye ku hêlek rabe bi serê xwe îlan bike. Elçî her wiha got ku, biryareke wiha encex dikare li nav pergala zangonî ya dewletê û bi mutabakateke (tifaq) civakî pêk were û wiha axivî: “Di dîroka siyasetê de, bi awayê yekalî helwesteke wisa bêmane ya îlankirina xweserîyê tune ye. Heger serxwebûn bihata îlankirin minê jê fahm bikira, ew meseleyek cuda ye, çimkî tu xwe jê qut dikî, lê nabe ku bi awayekî yekalî xweserî bê îlankirin.” Elçî her wiha diyar kir, ji ber ku ew bixwe ne endamê KCDê ye beşdarî civînê nebûye û heger ew li wir bûya jî wê helwesta xwe ya li dijî îlankirina xweserîyê anîba ziman.

Divîyabû serokwezîr neheqîyê bibîne

Şerafettîn Elçî, di axaftina xwe ya bernameya TVyê de, li ser pirsgirêka parlementerîya Hatîp Dîcle serokwezîr Receb Tayyîp Erdogan jî bi tundî rexne kir û got ku, divîyabû serokwezîr bêje neheqîyek bûye û em ê vê neheqîyê ji holê rakin. Elçî got, ji bo sererastikirina zagonan jî pakêtek dikaribû bê amadekirin û biryar ji bor çareserkirina pirsgirêkê bê girtin.

Komîsyona aştîyê ne zelal e

Şerafettîn Elçî di axaftina xwe de, her wiha bal kişand ser pêşnîyara Serokê PKKê Abdûllah Ocalan a damezirandina ‘Komîsyona Aştîyê’ jî û got ku, li wir nezelalîyek heye û nayê fahmkirin bê komîsyoneke bi çi rengî tê xwestin û aştî wê çawa pêk were. Kurdî: Nûçexane

Advertisements