Rojhilat Times: Pêşmerge daketin ser sînor

Nûçexane – Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bi merema rasthatina her destdirêjiyekê ku bo ser Kurdistanê bê kirin, derketin ser sînoran.

Li gor malpera rojhilattimes.org, piştî ku Sipaha Pasdaran ya Îranê bi awayekî xurt deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran kir û dakete nav sinorê Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzên gelek mezin ya pêşmergeyan bo deverê şandiye.

Li gor çavkaniyê ew hêza pêşmerge ku ser bi Wezaeta Pêşmerge ye bi çekên giran hatine teyar kirin û biryare her destdirêjeyê bo ser axa Kurdistanê bê bersiv nehêle.

Hêjayî gotinê ye ku ev heyama çend rojan e li ser sinorê Herêma Kurdistanê şerek giran di navbera gerîlayên PJAK û hêzên Îranê de heye û li gorî çavkaniyan hejmarek zaf ji her du aliyan hatine kuştin.

Advertisements