Rupert Murdoch got pardon!

Nûçexane – Navdarê Medyayê Rupert Murdoch, li pêş parlemantoya Brîtanya ji ber ku dezgehên wî yên ragihandinê guhadarî telefonên mobîl kiribûn mixabinîya xwe diyar kir. Murdoch her ku lêborîna xwe ji gelê Brîtanyayê xwest jî da zanîn ku, ew bixwe ne berpirsê ve kiryara şermezarîyê ye.

Murdoch ê 80 salî û kurê xwe James roja Sêşemê bersiva pirsyarên komîteyeke Parlementoyê dan û Murdoch li amadebûna ewil a pêş parlemantoyê got, îro rojeke ne rehet e di jîyanê min de. Hat ragihandin ku, Rupert Murdoch bi dudilî be jî li ser pirsa parlementoyê berpirsiyarîya xwe ya tawana guhdarîkirina telefonan qebûl kiriye û lêborîna xwe xwestiye.

Hêjayî gotinê ye ku, berî niha bi çend rojan li ser derketina holê ya guhdarîkirina telefonên sîyasetvan, rojnamevan û dezgehên din, Murdoch neçar ma bû weşana rojnameya News of the World rawestîne. Jêder: Voa Kudî

Advertisements