Aysel Tugluk: Roja Îlankirina ‘Xweserîya Demokratîk’ Şaş Bû

Nûçexane – Hevseroka Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, ji nivîskarê rojnameya Vatanê Murat Çelîk re axivî û poşmanîya xwe ya roja ragihandina ‘Xweserîya Demokratîk’ anî ziman.

Tugluk li ser pirsa Çelîk ya di roja 13 leşker hatin kuştin de ragihandina Xweserîya Demokratîk got, ‘Belê, mixabin. Xwezî rastî wê rojê nehatiba. Xeletî ya me ye. Xwezî em civîyabûna, me rewşa dawî hîn bûba û paşê nirxandinek kiriba”.

Hevseroka KCD roja 14ê Tîrmehê piştî civîna awarte ya pêkhatîyên KCDê Xweserîya Demakratîk ji raya giştî re ragihandibû. Heman rojê 13 leşker li Ferqînê hatibûn kuştin. Tugluk li ser roja ragihandina Xweserîya Demokratîk bersiva pirsên nivîskarê rojnameya Vatanê Murat Çelîk da û poşmanîya ji bo ragihandina Xweserîya Demokratîk anî ziman. Tugluk, dibêje; dema em li salona civînê bûn agahîya bûyerê ji me re hat, lê ji hurgilîyên bûyerê bêhay bûn û me jî li ser daxwaza pêkhatîyên KCDê ew daxûyanî ragihand.

‘Em xeletîya xwe qebûl dikin’

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk, li ser mijarê ji Murat Çelîk re wiha axivî: “A rast, îlankirina Xweserîya Demokratîk û ew pevçûna gelek kesan jiyana xwe ji dest daye mijarên ji hevdu cuda ne, lê pir cuda hat fêmkirin. A rast xwezî ew roj nebûya, me jî wê rojê ew daxûyanî nedaba. Me pêşbînî nekir. Ev xeletîya me ye. Vê yekê qebûl dikim û rexneyan jî mafdar dibînim.”

Advertisements