Mehmûd Osman: Enqere, Tehran û Bexdayê di êrîşan de li hev kirine

Nûçexane – Parlamenterê Kurd Mehmûd Osman li hemberî êrîşên arteşa Îranê yên dijî Herêma Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got ku armanca êrîşan ew e Kurdan bi hev bidin qirkirin: “Di van êrîşan de Îran, Tirkiye û Iraqê li hev kirine. Çareseriya pirsê li Şam, Enqere û Tehranê ye. Bi topebarankirina sînoran pirsgirêk nayê çareserkirin.”

Li hemberî êrîşên artêşa Îranê yên dijî Herêma Kurdistanê nerazîbûn berdewam in. Parlamenterê Kurd Mehmûd Osman dijî van êrîşan nerazîbûn nîşan da û armanca êrîşên Îranê ji DÎHA-yê rave kir. Osman wiha axifî: “Îran, Sûriye û Tirkiye mafên Kurdan ên netewebûnê nas nakin û înkar dikin. Kurd kengî mafên xwe bixwazin ev hêz li hev dikin û bi şîdetê êrîş dikin. Carna Iraq jî alîkariyê dide van dewletan û ev alîkarî bi piranî bi aweyekî veşartî tê kirin.”

Parlamenterê Kurd bibîrxist ku di hemû êrîşan de hikûmeta Iraqê bêdeng maye û wiha pêde çû: “Bêdengî êrekirina van êrîşan e. Ev jî nîşan dide ku Îran, Tirkiye û Iraqê li ser hinek mijaran lihev kirine. Ev operasyonên leşkerî yên ku têne kirin hemû vala ne. Ji ber ku çareseriya pirgsirêkê li Şam, Enqere û Tehranê ye. Ji xeynî vêna bi ti rê û rêbazan ev pirsgirêk nayê çareserikirin. Bi topbarankirina sînoran pirsgirêk nayê çareserkirin.”

‘Gelê Kurd vêna qet qebûl nake’

Osman destnîşan kir ku beriya her tiştî divê ev welat mafên Kurdan nas bikin û pirsgirêkan bi riyên diyalogê çareser bikin û got: “Na ger bibêjin PKK, PJAK terorîst e û em li dijî wan şer dikin wê demê gelê Kurd vê yekê qet qebûl nake. Bila evna bê zanîn. Ji ber ku terorîst dewletên Tirkiye û Îranê ne. Niha ev herdu welat ji Tehran û Enqerê tên û li Kurdistanê dixwazin Kurdan bi bombebaranê bikujin. Dema Kurd li hemberî van êrîşan xwe biparêzin wê demê jî dibêjin ew terorîst in. Li kîjan devera cîhanê hatiye dîtin ku miletekî xwe biparêze wek terorîst bê dîtin. Siyaseta van terorîzma dewletê ye.”

Osman da zanîn ku armanca êrîşan ew e Başûrê Kurdistanê li dijî Bakur û Rojhilat bidin şerkirin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Ango siyaseta Kurdan bi destê Kurdan bidin qirkirin. Bi vî rengî dixwazin guşarê bixin ser Başûrê Kurdistanê, PKK û PJAKê wek rêxistinên terorîst bidin îlankirin û dijî wan şer bidin destpêkirin. Dema birêz Barzanî li hemberî vê yekê derket dewleta Îranê bi fermî got; ‘Barzanî li herêma xwe cih dide terorîstan û piştgiriyê dide wan.’ Wetaya vê çi ye? Evna terorîst îlankirina Kurdan e. Îran ji bo kesê ku Kurdan wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartiye re wiha dibêje. Demên borî di navbera Kurdan de şerên bi vî rengî pir qewimîn û Kurdan tiştek jê qezenc nekirin. Niha Kurdek jî naxweze vegere wê paşeroja tarî. Li Başûrê Kurdistanê Kurdek jî dijî PKK û PJAKê şer nake.”

 ‘Amerîka şirîkê vê operasyonê ye’

Osman ragehand ku dewletên Îran û Tirkiyê beriya her tiştî ji bêdengiya Iraq, Amerîka û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hêzê werdigrin û wiha axifî: “Bêguman Amerîka alîkariyê dide wan. Amerîka di vê mijarê de li cem Tirkiyê cih digre. Dema Tirkiye dibêje ew terorîst in Amerîka jî erê dike. Di heman demê de Amerîka îstîxbarata ku kom dike dide Tirkiyê, Tirkiye jî dide Îranê. Di navbera van dewletan de tifaqekeke wiha heye. Ango Amerîka jî şirîkê vî şerî ye. Qaşo Amerîka ji parastina sînorên Iraqê ya bi hewayî û bejayî berpirsyar e. Lê Îran û Tirkiye her roj sînorên me bombebaran dikin û Amerîka bêdeng dimîne.”

‘Divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin’

Osman da zanîn ku helwêsta Îranê pir tund û domdar e û axaftina xwe wiha qedand: “Li gor min ev rewş li ser tavsiyeya Tirkiyê pêş dikeve. Tirkiyê ji Îranê re gotiye ‘hûn jî hinekî weke min nêzîk bibin.’ Tirkiye jî ji bo ku dijî Başûrê Kurdistanê operasyonê bike li hincetan digere û dê bike jî. Divê ji her demê zêdetir Kurd niha yekîtiya xwe pêk bînin û alîkariyê bidin hev. Ger bi hevre tevbigerin, ew nikarin li dijî Kurdan tiştekî bikin.” Rûdaw

Advertisements