Nêçîrvan Barzanî: Kilîta Çareserîya Pirsa Kurd Berdana Ocalan e

Nûçexane – Nivîskarê rojnameya Milliyetê Hasan Cemal, diyar kir, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, jê re gotiye, li Tirkiye gava herî girîng ji bo çareserîya pirsa kurd, “berdana Ocalan e”.

Nivîskar û rojnamevanê navdar ê Tirkiyeyê Hesen Cemal, di nivîsa xwe ya îro de, ku di bin navê “Tu alîgirê şer î yan aştiyê?” di rojnameya Milliyetyê de hat weşandin, behsa aştiyê û şer li Tirkiyeyê kir.

Cemal, wiha dinivîsîne, “Min dema notên Ocalan ên Îmraliyê dixwend, hevpeyvîna min a digel Serokwezîrê berê yê Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî hat bîra min. Min jê pirsî ‘gava yekem bo ku tundiyê bide sekinandin û PKKê jî ji çiyê daxe, çiye li gorî we?’. Birêz Nêçîrvan bersivek wiha dabû min ‘Heke di destê min de be, yekemîn karê ku ez bikim dê deriyê girtîgeha Îmraliyê bo Ocalan vekim’. Ev bersiva Nêçîrvan Barzanî, gotina Ocalan a ji parêzerên xwe re gotibû anî bîra min ‘Ez aşkere dibêjim, ji bilî min tu kes nikare çekan bide danîn. Ji ber wê jî, divê mercên min ên vir bên sererastkirin. Lê heke tiştekî wiha pêk neyê, mixabin dê pevçûnên wiha bidomin.”

Cemal di dawiyêde, wiha dibêje, “Ez alîgirê aştiyê me. Ji ber ku gelek êş hat kişandin. Divê yên ku heta niha pişta xwe bi şer ve girêdane jî vê yekê fêm bikin. Ji aliyekî din, dîsa di dawiyê de, axaftin û diyalog heye ne şer.”

Hesen Cemal, meha borî hevpeyvînek digel Cîgirê Serokê PDKê û serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk anîbû. AKnews

Advertisements