Serdeşt: Fermandarekî Artêşa Pasdarên Îranê hat kuştin

Nûçexane – Li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê di encama şerekî di navbera çekdarên PJAK û Artêşa Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê de, fermandarekî paye bilind ê Îranê û pênc kesên din hatin kuştin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Fars a zimanhalê hikûmeta Îranê, di şer û pevçûnekê de li navçeya Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê yek ji fermandarên artêşa (Elî Kurê Ebûtalib li bajarê Qum) bi navê Serdar Asimî ku ji bo fermandarîkirina şer ligel çekdarên PJAKê serdana Serdeşt kiribû, ligel pênc kesên din hat kuştin.

Di van demên borî de çendîn şer û pevçûn li sr sînorên Herêma Kurdistanê di navbera çekdarên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û hêzên Komara Îslamî ya Îranê de derketine. Topxaneyên Îranê jî bi behaneya hebûna çekdarên PJAKê dest bi topbarankirina navçeyên ser sînor ên Herêma Kurdistanê kiriye.

Ev topbarana han jî bûye sedem ku daniştvanên jimareyek ji gundên wê deverê koçber bibin, jimareyek hevwelatî birîndar bûn û herwiha vê topbaranê gelek zerara maddî jî gehandiye navçeyên sînor ên herêmê.

Derbarê alozî û tevlîheviya ser sînorên Herêma Kurdistanê de Berpirsê Peywendiyên Derve yê PKKê Ehmed Denîz jî got: ”Ger Îran bi nêt be sînorê pevçûn û rûbirûbûna ligel çekdarên PJAKê berfirehtir bike û bixwaze lutkeyên Çiyayê Qendîl kontrol bike û were navçeya ”Medya”, wê demê çekdarên PKKê jî dijî Îranê radiwestin.” Rûdaw

Advertisements