Sûrîye: Di ‘Îna Ala Rengîn’ de xwepêşandanên girseyî li dar ketin

Nûçexane – Li ser banga Înîsîyatîfa Gelê Kurd yê Azad, îro bi navê ‘Îna Ala Rengîn’ li Qamişlo, Amûdê, Serê Kanîyê û Dirbêsîyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Tê ragihandin ku, hêzên rejimê êrîş birine ser xwepêşandaran, gaza rondikrêj bi kar anîye û 4 kes jî hatine desteserkirin.

Xwepêşandanên bajarê kurdan îro li ser banga Înîsîyatîfa Gelê Kurd yê Azad li dijî rejima Sûrîye hatin li dar xistin. Jêderên herêmî ragihandin ku, ji bo piştgirîya bajarê Humusê ku ji alîyê hêzên rejima Sûrî ve hatîye dagirkirin û standina mafê xwe li Qamişlo xwepêşandaneke mezin li dar ket. Li gor agahiyan hêzên ewlekariyê li Qamişlo êriş bir ser xwepêşanderan û gaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan bi kar anî û bi kêmî çar xwepêşander jî desteser kir.

Jêderên herêmî radigihînin ku, piştî nimêja înê li bajarên kurdan; Serê Kanîyê, Dirbêsiyê û Amûdê jî xwepêşandanên berfireh hatine lidarxistin.

Advertisements