Hejmara qurbanîyên Norweçî gihîşt 91 kesan

Nûçexane – Piştî teqîn û gulereşandina ser Kampa Ciwanan a girava Utoya ku ji alîyê Norweçîyekî radîkal ve pêk hat, hejmara qurbanîyan her diçe zêde dibe.

Li gor nûçeyên dawî termê gelek kesan ji nav avê hatine derxistin û lêgerîn berdewam e. Li gor agahîyên dawî hejmara qurbanîyên ku mirina wan teqez bûye gihîşt 91 kesan. Her wiha bi dehan birîndar jî li nexweşxaneyan tedawî dibin.

Advertisements