Partiyên Başûrê Kurdistanê “Xweseriya Demokratîk” dinirxînin

Nûçexane – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) roja 14 vê mehê piştî civîneke 6 demjimêrî, bi şêweyekî yekalî XweseriyaDemokratîk bo Bakûrê Kurdistanê ragihand. Herêma Kurdistanê jî çavdêriya vê pêngava Bakûrê Kurdistanê dike. Hinek partiyên siyasî yên başûr di wê baweriyê de ne ku ew biryar ne di berjewendiya Kurdan de ye û hinek jî piştgiriya wê pêngavê dikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): Endamê Polîtburoya YNK`ê û Rêvebirê Sentera Lêkolînên Stratejîk Ferîd Eseserd di wê bawerê de ye ku ti encameke wê pêngavê nabe. Eseserd di daxuyaniyeke de bo (Rûdaw) dibêje “tiştekî rewaye ku Kurd bo wê mebestê bixebitin, lê hewldana ferzkirina wê li ser Enqere wê aloziyeke bêyî hêncet di têkiliyên Kurdan û Enqerê de çêke. Ev tişt nêzîkbûna di navbera Kurdan û Enqerê de pêk nayîne. Ji bilî ku wê hikûmetê neçar bike ku hin pêngavên ne di berjewenda Kurdan de bavêje.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK): Endamê Civata Serokatiya PDKê Elî Ewnî di wê derbarê de dibêje “divê nîşanên otonomiya demokratîk bo Bakûrê Kurdistanê zelal bibin, ji ber ku xebata Kurdên hemû beşên Kurdistanê ji bo wê yekê bû ku aliyê dijberî wan gotûbêjan digel wan pêk bîne. Dewleta tirkî niha rewşek ji bo Kurdên Bakûr çêkiriye ku li ser masa gotûbêjan pirsgirêkan çareser bikin.” Herwiha got “ew proje eger tenê ew sê xal bin ku behsa ziman, nasname û desthilata navçeyan dike, bi baweriya min bi corekê ji coran dewleta tirk ew mijar destpêkirine, loma nabe xebata Kurdan a di wî welatî de di wan sê xalan de bê biçûk kirin, ji ber ku pirsgirêka Kurdan nasandina desthilateke kurdî ye li ser axa Kurdistana Bakûr. Kurd divê daxwaza heman mafên Tirkan bikin.” Elî Ewnî di wê baweriyê de ye ku Kurdên Bakûr divê mînaka Tirkên Qibrisa, anjî Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û got “Kurd nabe tiştekî wisa bikin ku deriyê dialogê digel dewleta tirk bidin girtin.”

Komela Îslamî ya Kurdistanê: Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Nazim Ebdulla wiha dibîne ku ragihandina wê biryarê mafekî siruştî yê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ye û dibêje “civaka navnetewî divê guhdariya wan bike.” Lê navhatî di wê baweriyê de ye ku divê ev kar bi şêweyê lihevhatina digel dewleta tirk bê kirin “ji ber ku Kurd û Tirk di wê dewletê hevpar in.” Nazim Ebdulla hêvî kir ku ev otonomiya kurdî ku hatiye ragihandin, biserkeve.

Tevgera Goran: Şerko Osman ku yeke ji çalakvanên Tevgera Goran derbarê wê daxwaziya Kurdan li Tirkiyeyê got “Kurd dixwazin ji desthilata Tirkiyeyê re bibêjin ku ew ji bo navçeyên xwe otonomiyê dixwazin û di heman demê dixwazin di nava sînorên Tirkiyeyê de bi hevre bijîn.” Wî serkirdeyê Tevgera Goran got ku Herêma Kurdistanê dikare roleke erênî di vê meseleyê de bilîze û daxwazê ji Kurdên Tirkiyeyê bike ku sûdê ji ezmûna Herêma Kurdistanê bigirin.

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Endamê Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Ebûbekir Elî rexneyan li berpirsên BDPê digre ku di hin rewşan de weke pêwîst hevsengiyê naparêzin, lê ew piştgiriyê dide biryara otonomiyê û dibêje “Tirkiye niha di rewşeke wisa de ye ku pêwîst dike Kurd astê daxwaziyên xwe bilind bikin da ku hinek xwestekên wan bên cîbicîkirin.” Ebûbekir Elî herwiha berpirsên Bakûrê Kurdistanê hişyar dike ku bîna wan fereh be û karekî wisa nekin ku xizmeta zîndîkirina nijadperestiya tirkî bike û Tirkên regezperist sûdê jê bibînin. Ebûbekir di heman demê de berpirsên Başûrê Kurdistanê jî hişyar dike ku ew jî karekî wisa nekin ku pirsa operasyonên derveyî sinor bê hole, ji ber ku “Hikûmeta Tirkiyeyê divê têkiliyên wê digel Herêma Kurdistanê hebin, ji ber ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê hertim faktorekî aramkrinê bûn di navbera Kurdên Bakûr û Hikûmeta Tirkiyeyê de, loma bêguman wê Herêma Kurdistanê di vî warî de rolê bilîze.” Hêmin Xoşnav – Rûdaw / Hewlêr

Advertisements