Qesasê Dr. Qasimlo bû berpirsîyarê nivîsgeha Elî Larîcanî

Nûçexane – Serokê Tîma ku Dr. Qasimlo şehîd kir piştî 22 salan di salvegera kuştina Qasimlo da, bû berpirsyarê nivîsîngeha Elî Larîcanî ku Serokê Meclîsa Şêwra Komara Îslamî ya Îranê ye.

Di nûçeyeke hejmara dawî (163-22.07.2011) ya rojnameya Agirî de hat ragihandin ku, serokê tîma ku qesasîya Serokê PDK-Î Dr. Abdûrrahman Qasimlo kiribû, yê bi navê Mihemed Ceifer Sehrarudî li şûna ku bê sizakirin payeya wî hat blindkirin û di salvegera 22yan a şehîdkirina Dr. Qasimlo de hat xelatkirin.

Hat ragihandin ku, wê serokê tîma terorkirina Dr. Qasimlo, Mihemed Ceifer Sehrarudî ji niha şûn ve berpirsîyarîya Nîvîsgeha Elî Larîcanî ku serokê meclîsa îranê ye bike.

Advertisements