DYA: ‘Artêşa Iraqê nikare bersiva êrişên derve bide’

Nûçexane – Berdevkê hêzên DYAyê li Iraqê Jefry Biogaten, diyar kir, hêzên ewlehîyê yên Iraqê, şiyana wan ji bo parastina sînorên welêt tune ye û got, ew ê heta dawîyê îsal, piştgiriya hêzên Iraqê bikin.

Berdevkê hêzên DYAyê li Iraqê Jefry Biogaten, ji AKnewsê re axivî û ragihand, ligel ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê di kontrola rewşa navxwe de, serkeftinek berçav bi dest xistine, lê pêwîstî bi amadekariyek zêdetir e û got, artêşa Amerîka, dê hertim piştevaniya lojestîkî bide artêşa Iraqê.

Biogaten, diyar kir, xebatek hevbeş bo bilindkirina asta şiyana artêşa Iraqê tê meşandin û wiha axivî, “Lê, heta niha jî, artêşa Iraqê nikare bersiva êrişên derve bide û sînorên welêt li hember êrişên ku ji aliyê hinek welatên cîran ve tê, biparêze.”

Berdevkê hêzên DYAyê li Iraqê, anî ziman, ji ber vê jî, artêşa Iraqê dikare daxwaza alîkariyê ji wan bike û Washington jî, li ser hevkariya piştî vekêşana hêzên DYAyê ji Iraqê, rijd e.”

Li gorî rêkeftina navbera Iraq û DYAyê, hêzên çekdar ên Amerîka, dê heta dawiya 2011ê ji Iraqê derkevin. AKnews

Advertisements