Li Taxa Kurdan a Şamê 325 Ciwanên Kurd Hatin Girtin

Nûçexane – Piştî operasyoneke ewlehîyê li taxa Kurdan ya Şamê, 325 ciwanên Kurd ji aliyê Şebîhayên desthilata Sûriyeyê ve hatin girtin.

Derbarê wê bûyerê de, ciwanên hemahengiya şoreşa Sûriyeyê ragihandin ku li taxa Kurdan operesyonên berfireh pêk hatine û di encamê de, 325 ciwanên Kurd bi awayekî hovîtî hatine girtin.

Tê ragihandin ku, li wê taxê hejmara rûniştvanên Kurd ji 200 hezar kesan bêhtir e û çalakîyên gel ên ji bo Şoreşa Sûrîyeyê ji roja ewil ve li wir berdewam in.

Hêjayî gotinê ye ku di îna borî de 4 ciwanên Kurd li taxa Kurdan (Rikin Dîn)ê hatibûn şehîdkirin û li gor agahdarîya ciwanên hemahengîya şoreşa Sûrîye fişar û toqandina li dijî wê taxê berdewam e.Jêder: PUKmedia


Advertisements