Serlêdanên ji parçeyên din ji bo Zanîngehên Kurdistanê dest pê kir

Nûçexane – Zanîngehên Kurdistana Başûr, wê îsal jî ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo xwendina bilind xwendekaran wergirin. Wezareta Perwerdehîyê ya Kurdistanê, bi daxûyanîyekê ragihand ku, ew ê ji Tirkiye, Îran û Sûrî xwendevanan ji bo Zanîngehên Herêmê wergirin.

Xwendekarên ku bixwazin li Kurdistana Başûr perwerdehîya bilind bikin, karin bi rêya înternetê formên serlêdanê dagirin û ji bo xwendina bilind serî li Zanîngehên li Başûrê Kurdistanê bidin. Heger formên serlêderan bê pejirandin, wê li gel hin belgeyan karibin xwe li Zanîngehên Herêma Kurdistan binivîsinin. Formên ku hatin dagirtin divê ji bo vê maîlê bên şandin. moe.exam@yahoo.com

Xwendekarên bixwazin serî li Zanîngehên Kurdistanê bidin, karin agahîyên berfirehtir ji malpera Wezareta Perwerdehîyê ya Hikumeta Kurdistanê bigirin.

Ji bo forma serlêdanê lînka jêr bitikînin.

http://www.kurdistan-moe.org/agadaryyakan/form-kurdish.pdf

Advertisements