Dr. Kameran Mentik: Kirîna alavên Îranê boykot bikin

Nûçexane – Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Kameran Mentik, derbarê êrîşên Îranê yên dijî axa Herêma Kurdistanê diyar kir ku Tirkiye, Îran û Iraqê li hev kirine. Mentik bang li gelê başûr dike ku kirîna alavên Îranê boykot bikin, da Îran di warê aborî de li herêmê têk biçe û neçar bîmîne êrîşên xwe rawestîne.

Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik, derbarê êrişên Îranê yên li dijî axa Herêma Kurdistanê ji Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) re axivî û wiha got: “Di bingeh de ev êrîşên Îranê yên li dijî axa Herêma Kurdistanê lîstikeke herêmî ye. Dixwaze li İraqê eniya şer berfireh bike. Ji ber ku heta niha Başûr û navîna Iraqê roleke girîng leyîst. Niha jî Îran dixwaze Herêma Kurdistanê bike qada şer û bikaribe li dijî Amerîkayê li ber xwe bide. Herwiha ev êriş parçeyek ji tifaqa herêmî ye. Ji ber ku welatên herêmê dixwazin Tevgera Azadîxwaz a Kurd lewaz bikin.”

Mentîk da zanîn ku li herêmê tê xwestin di navbera kurdan de şer pêş bixin û wiha berdewam kir: “Dijminên kurdan dixwazin di navbera kurdan de şerekî derxînin. Li gorî min hin derdorên kurdan jî bûne pareçeyek ji vî şerê Îranê. Hin aliyên din ên kurdan jî bêdeng bûne û bi vî rengî piştgiriyê didin operasyona Îranê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî van êrîşên Îranê bêdeng e. Bi vî rengî Hikûmeta Herêmê jî bûye beşek ji vî şerî. Hikûmeta Iraqê ya berê hertim li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurd bi welatên cîran re tifaq çêdikir, niha jî Hikûmeta Herêmê bûye parçeyek ji lîstika Hikûmeta İraqê.”

Mentîk destnîşan kir ku hêzên Başûr bixwazin bi Îran û Tirkiyeyê re li dijî PKK û PJAKê şer bikin jî, gel li dijî vê yekê ye û şerê birakujiyê naxwaze. Mentik anî ziman ku bi rojan in dibîhîzin ku bi dehan ciwanên kurd dixwazin li dijî Îranê şer bikin û canê xwe feda bikin. Mentik derbarê tifaqa navbera welatan de jî wiha got: “Îran û Tirkiyê li hev kirine ku li dijî PKK û PJAKê şer bikin. Iraq jî bi aweyeke veşartî di nava vî komployê de ye.”

Mentik di dawiya axaftina xwe de got ku ew bang li gelê başûr dike ku li herêmê kirîna alavên Îranê boykot bikin, Îran di warê aborî de li herêmê têk biçe, neçar bîmîne û êrîşên xwe rawestîne. Rûdaw

Advertisements