Ji Tirkîye şandeyek ji bo Pirsa Kurd çû Îrlandayê

Nûçexane – Şandeke ku ji rojnamevan, akademîsyen, parlamenterên AKP, CHP û BDPê pêkhatibû ji bo pêvajoya aştîya Îrlanda ji nêzîk ve bişopînin, doh çûn giravê.

Li gor rojnameya Taraf a Tirkî, di demekê de ku formula çareserkirina pirsa Kurd tê nîqaşkirin, şandeke ku ji rojnamevan, akademîsyen, parlamenterên BDP, AKP û CHPê pêkhatibû, ji bo ezmûnên pêvajoya mûzakereya Îrlanda di cihê wê de lêkolîn bikin, doh derbasî giravê bûn.

Ev şand di panela bi navê “Di warê çareseriya şer de pirsa Kurd” ku meha borî li Zanîngeha Galatasaray hatibû sazkirin pêkhat û ji van kesan pêk tê; Nivîskarê rojnameya Tarafê û Mamostayê Zanîngeha Fakulteya Hiqûqê yê Enqerê Mithat Sancar, Nivîskarê rojnameya Yenişafakê Alî Bayramoglu, Nivîskarê Radîkalê Cengîz Çandar, Nivîskara Zamanê Bejan Matûr, Parlamenterê AKPê yê Diyarbekir Galîp Ensarîoglu, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û Parlamentera BDPê ya Êlihê Ayla Akad Ata.

Aliyê rastê yê Blair hatibû

Berî mehekê li Zanîngeha Galatasaray a Stenbolê panelek bi navê “Di warê çareseriya şer de pirsa Kurd” panelek hatibû sazkirin, Jonathan Powell ku di hevdîtinên aştiyê yên bakûrê Îrlanda de wekî aliyê rastê yê Tony Blair dihat naskirin, derbarê piştî mûzakereyên ligel ÎRA û pêvajoya berdana çekan, ezmûnên xwe bi amadevanan re parve kiribûn.

Lihevşibandina “IRA-Sinn Fein, PKK-BDP” pir dihat nîqaşkirin û piştî we panelê careke din cihê xwe di rojevê de girtibû. Hê jî derbarê bernameya şanda ku di wê panelê de hatiye pêkanîn ti zanyariyek zelal nîne.

Wê li gel rêveberên ÎRA bicivin

Lê şanda ku wê di nava heftiya bê de serdana Londra (Brîtanya), Belfast (Bakûrê Îrlanda) û Edinburgh (Îskoçya) bike, tê texmînkirin ku hevdîtinê li gel rayedarên ÎRA yên kevin jî bike. Tê çaverêkirin rapora ku ew şand amade bike, wê pêşkêşî partiyên siyasî jî bê kirin. Kurdî: Rûdaw

Advertisements