Serokê PJAK-ê: Îranê daxwaz ji Elmanya kiriye min dadgeh bikin

Nûçexane – Li gor raporeke Ajansa Nûçeyan a Îranê (ÎRNA) Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Elmanya kiriye ku Serokê PJAKê Rehman Hacî Ehmedî dadgeh bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Elmanya kiriye ku Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rehman Hacî Ehmedî dadgeh bikin: “Ji ber serokê grûbek terorîstiye û li Elmanya dijî.”

Serokê PJAKê Hacî Ehmedî ev nûçe piştrast kir û di daxwiyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Ev ne tiştekî nû ye û gelek carên din Îranê daxwazên bi vî awayî pêşkêşî Elmanya kirine. Lê heta niha Elmanya derbarê daxwaza Îranê de bangî min nekiriye.” Kurdî: Rûdaw

Advertisements