Demîrtaş: Xweserîya Demokratîk projeyeke aştîyê ye

Nûçexane – Serokê Grûpa Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahatîn Demîrtaş diyar kir projeya Xweseriya Demokratîk ya ku wan li Diyarbekirê ragihand, projeyeke aştiyê ye.

Kampa parlamenter û birêveberên BDPê ya li Wanê, piştî 4 rojan, doh bi dawî hat. Demîrtaş derbarê mijarên ku di kampa wan de hatine gotûbêjkirin de daxuyaniyek da rojnamegeran.

Demîrtaş amaje bi wê çendê kir ku di çareserkiririna pirsên li Tirkiyeyê de destûr gelekî girîng e û yek ji girîngtirîn mijarên ku wan di kampê de nîqaş kiriye, meseleya danîna destûra nû ya Tirkiyeyê ye û got:

“Me di civînan de behsa bernameya xwe ya derbarê karûbarê danîna destûra nû, pişgiriya me ya bo vê pirsê û çawaniya birêvebirina karûbarê li ser destûrê, kir.Bi ya  me mijareke çarenivîsaz e. Dawiya dawîn pirsên vî welatî dê bi destûreke demokratîk, azadîxwaz û sivîl bên çareserkirin.”

Demîrtaş da xuyakirin ku ew dixwazin di gotûbêjên li se destûra nû de roleke pêşeng bilîzin û ew dê ji îro û pê de digel gelê xwe gotûbêjê li ser amadekariyên destûra nû bikin û panel, konferans û civînan saz bikin.

Serokê Grûpa BDPê derbarê reaksiyonên li hemberî Projeya Xweseriya Demokratîk jî got, “ Ev proje dê dawî li vî şerî bîne. Di civînan de me bi awayekî berfireh gotûbêj li ser vê pirsê jî kir. Bi ya me ev projeya garantiya yekîtî û yekparçeyiya Tirkiyeyê ye.  Ev projeyeke lihevkirin û aştiyê ye.” Aknews

Advertisements