Ji Erdogan û Koşaner lûtkeya ‘terorê’

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan li gel Fermandarê Giştî yê Artêşê li avahîya Serokwezîrtîyê civîya. Medyaya Tirkiye ragihand ku, rojeva vê kombûnê teror e.

Di kombûna ku li demjimêr 11.00 dest pê kir de, Serokwezîr Erdogan, Fermandarê Giştî Işik Koşaner, wezîrê karê hundir Îdrîs Naîm Şahîn, wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn û cîgirê serokwezîr Beşir Atalay cih digirin. Tê hêvîkirin ku, di vê kombûnê de, ‘têkoşîna bi terorê’ re bê guftûgokirin û pengavên ji bo pêvajoya nû werin nirxandin.

Advertisements