Ji zimanê Qadir û Meryem çîroka topbaranê

Nûçexane – Qadir û hevsera wî Meryem dema ji bo koçeriyê çûbûn zozanan bi karê xwe yê rojane ve mijûl bûn, lê dengê çend topan ew rawestandin û veguhestin. Wan tenê karîn xwe û hinek ajalên xwe rizgar bikin. Niha Qadir di bin çadirekê de ye, bi xetên şîn navê UNHCR li ser hatiye nivîsandin û li benda arambûna rewşê ne.

Qadir Resûl (45) ji gundê Bestê yê girêdayî navçeya Jarawe ser bi qezaya Pişder e. Nêzîka 100 mîyên (mih) wî hene û ji bo çêrandina miyên xwe çûye zozanên Dêlke û Swêle. Ev zozan jî dikevin ser sinorê Herêma Kurdistan û Îranê.

‘Kesê me bidîta wê girîyê wan bi me bihata’

Qadir çîroka wê rojê vedigêre ku topbaranên Îranê ew neçar kirin zozanan bicih bihêlin: “Dema şer dest pê kir saet 09.00 bû. Îranê bi giranî derdora mala me topbaran kir û me tenê karî mal û xêzana xwe rizgar bikin. Kesê ku em dîtibana, wê giriyê wî bi me bihata. Me tiştek ji nava malê dernexist û me hemû di mal de hêla.” Niha mala Qadir û 6 malên din li Pirda Heso ji xwe re çadir vedane û bi dilgiranî dibêje: “Ev çend roje em li vê derê ne û ti kes nabêje, mala we li kûderê ye.”

‘Min Kewên Xwe di qefesê de hêla û derketim’

Qadir Resûl ji bilî dûrbîn û çifteya xwe hemû tiştên mala xwe, berhemên ji penîr û çend mî bi cih hêlaye, lê tenê di xema kewên xwe yên ku li wê derê bi cih hêlayî de ye û dibêje: “Ez ne di xema mala xwe de me, lê ez xwe gunehbar dibînim ku min kewên xwe di qefesê de hêlaye û wê demê ji ber topbaranê agahdariya min jê nema. Tenê min hinek dan û av li pêşiya wan daniye û ez di tirsim ji têhnan bi xeniqin. Ez çend caran ji bo anîna wan çûm, lê hevalên PJAKê rê nedan ku ez biçimê. Ji min re gotin, Îran li wan cihane û ger rê daban min, minê xwe ji bo anîna wan xistiban metirsiyê de.”

Firoke û Helîkopterên Îranê bi ser wan de difirîn

Dema hevsera wî Meryem Seyîd Ehmed dest bi gotinê kirî, hê jî axaftinên Qadir Resûl xilas nebûbûn. Meryem 41 saliye û dibêje: “Pasdarên Îranê bi ser baregehên gêrîlayên PJAKê de girtin û şer dest pê kir. Li aliyekê gûleyên Eceman di hatin me, li aliyekî din jî firoke û helîkopterên Îranê li ser me re di firiyan. Baş bû ti kes ne mirin, lê ji saet 09.00ê ta 18.00ê êvarê em li gel miyên xwe reviyan. Piştre jî min û keçeka xizma me rêya xwe winda kir û niha jî herdu piyên min bi bîrinin.”

‘Mîyên me mirin û nêzî deh mîyan jî me li wir hişt’

Niha ajalên Meryemê wekî wê yekê ne ku ti berhemekê wan nebe: “Me berhemên xwe li zozanan hêla. Niha jî li vê derê şîrê ku em bi rojan ji miyên xwe di dûşîn, didin xelkê û em nikarin depo bikin. Xizmên me, cilûberg û tiştan ji me re tênin.” Meryem wiha pêdeçû: “Niha hêdî-hêdî miyên me dimirin û me nêzî 10 miyan jî li wê derê hêlane. Li vê derê cihê çêrandinê nîne.”

‘Gerîlayan ji başîyê zêdetir tiştek din nedane me’

Qadir Resûl gotinên Meryemê birî û got: “Her tiştek di mala me ya li zozanan de heye û ez dixwazim gêrîla biçin bixwin, lê ne dagirkerên Îranê. Ji ber gêrîla kurd in û ji ber kurdîniyê Îran dest ji wan na berde. Gêrîla ji başiyê zêdetir ti tiştek din nedane me, herwiha berê jî berpirsekê wan hat gel min û got, agehdar bin, Îran û Tirkiye dixwazin Qendîl dagir bikin.”

Qadir di dawiyê de derbarê şerê gêrîlayên PJAKê de got: “Şerê ku ew dikin ti kes nikare bike. Îran derdora wan digre û ew çiya hemû dibin agir, dema top radiwestan, dest bi gûle berdana pasdaran dikin.”

Ji alîkarîya hikûmetê bêpar in

Lê Qadir Resûl berê giliyên xwe dide hikûmetê û dibêje: “Hikûmet wekî pêwîst awirekê nade me, em niha li vê derê bê elektrîkin û em li hemû cîhanê geriyan me fanosek peyda nekir. Ji neçarî elentrîkek ya şarjê li gel me ye, em piştî xwarin xwarinê digirin û di tarîtiyê de dirûnin.”  Qadir Resûl wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ger em bizanin wê ev topbaran berdewam bike, emê neçar bibin ku miyên xwe bi firoşin. Ji ber em nikarin bi vî awayî xwedî bikin.” Rûdaw / Ferman Çomanî

Advertisements