Nexweşiya AIDSê li Kurdistanê zêde dibe

Nûçexane – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Xalis Qadir, diyar kir, metirsiya zêdebûna nexweşiya “aids” li Kurdistanê heye û got, hinek tedbîr ji bo vê yekê hatine girtin.

Xalis Qadir got, niha li Herêma Kurdistanê, 15 nexweşên AIDSê hene û diyar kir, xetera wê heye ku nexweşiya AIDSê zêde bibe.

Qadir, derbarê sedema vê yekê de jî got, yek ji sedemên vê yekê, zêdebûna nexweşiyê li welatên cîran û hatin-çûyîna mirovên biyanî bo Kurdistanê ye.

Berdevkê wezareta tenduristiyê, anî ziman, hatina hejmarek zêd ji karkerên biyanî bo Kurdistanê, zêdebûna leşfiroşiyê, belavbûn û zêdebûna madeyên hişber, nezanî û bêagahiya xelkê ji vê nexweşiyê û xweparastina ji nexweşiya AIDSê, sedemên din ên belavbûna nexweşiyê ne.

Xalis Qadir, daxuyand, wezareta tenduristiyê, tedbîrên taybet bo pêşîgirtina li hember belavbûna nexweşiya AIDSê li Kurdistanê girtiye û got, hinek karkerên biyanî, nexweşiya AIDSê girtibûn, ji ber wê dîsa hatin vegerandin.

Qadir, da zanîn, welatiyên ku serdana derve dikin, heke ji zêdeitrî 90 roj man, divê dema vegeriyan bên pişkinînkirin.

Wezîrê Tenduristiyê Tahir Hewramî jî got, me daxwaz ji serokatiya civata wezîran, daxwaz kiriye, bo nexweşên AIDSê, mûçe bê dayîn û heke bê qebûlkirin, dê bo her nexweşekî, mehê 150 hezar dînar mûçe bê dayîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Sebah a Iraqê, li Iraqê, 250 kes bi nexweşiya AIDSê ketine û li Herêma Kurdistanê jî, 70 nexweşiyên AIDSê hatiye dîtin. AKnews