Suleyman Çevîk: Divê Kurd asta daxwazên xwe kêm nekin (+Bideng)

Nûçexane – Rêvebirîya Karên Olî ya Tirkîyê ku li nav gel wekî Dîyanet tê zanîn, nehişt ku Weşanxaneya Nûbiharê ya Kurdî, beşdarî Fuara Pirtûkan ya ku meha Remezanê li Stenbolê pêk tê bibe.

Berpirsê Giştî yê Weşanxane û kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk, di hevpeyvîna pişka kurdî ya radyoya Amerîka de, li ser mijarê axivî got, li gel her cure astengîyan jî divê kurd dev ji daxwazên xwe bernedin û bikevin pey wan.

Berpirsê Giştî yê kovar û weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk dibêje, ev nêzîkî 8 sal in ku weşanxaneya wan her sal serîlêdanê dike, lê Rêvebirîya Karên Olî ya Tirkîyê berdewam rê li ber wan digire.

Birêz Çevîk radigîhîne ku Dîyanet di bersîva xwe ya fermî de dibêje, cih tune ye ku Weşanxaneya Nûbiharê berhêmên xwe li pêşangehê raberî xwendevanan bike. Çevîk Got ku, ‘Ew sedem ne rast e û helwesteke li dijî zimanê me ye’. VOA Kurdî

Hevpeyvîna Robîn Reşvan a bi Berpirsê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk re bi deng guhdar bikin.

Advertisements