Wê BDP 1ê Cotmehê here parlementoyê

Nûçexane – Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ku, li ser navê Enîya Ked, Demokrasî û Azadîyê 36 parlementer derxistin, piştî boykota parlementoyê ya ji bo parlementerên girtî û betalkirina parlementerîya Hatîp Dîcle biryar da ku vegere meclîsê.

BDP piştî kampa çar rojî ya li bajarê Wanê pêk anî gihîşt vê biryarê û li gor saloxan çav li rê ye 1ê meha Cotmehê tevî hemû parlementerên serbixwe yên Enîyê vegere parlementoyê û sond bixwe. Hinceta biryara çûyîna parlementoyê bi gotinên, ‘Di pêvajoya çêkirina makezagona nû de em neçarin cih bigirin’ hat bilêvkirin.

Advertisements