Dayîka Mesûd Barzanî çû ser dilovanîya xwe

Nûçexane – Polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku îro destê sibehê Hemaîl Xanim a hevsera Mele Mistefa Barzanî yê nemir û dayîka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî koça dawî kir.

Hemaîl Xanim,  85 salî bû û di sala 1944an de dema çûna Kurdistana Rojhilat û damezirandina Komara Mihabadê hevaltî bi Serkirdeyê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî re kiribû. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî 16ê Tebaxa 1946an li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Hêjayî bîrxistinê ye ku, Hemaîl Xanim di hemû şert û mercên giran de, hevaltîya hevserê xwe Mele Mistefa Barzanî kirîye û zarokên xwe mezin kirine.

Derbarê merasîma cenazeyê Hemaîl Xanim de, hê tu agahî nehatin parvekirin. Li gor Kurdistan TV wê piştî demekê cihê merasîmê bê diyarkirin.

Advertisements