KCD: Em dixwazin Kemal Bûrkay jî di nav xwe de bibînin

Sîyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay

Nûçexane – Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Cemal Coşkûn, berî ku Serokê Berê yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan, helbestvan û nivîskarê Kurd Kemal Bûrkay, vegere welêt bang lê kir ku di nav KCDê de wezîfe bigire. Coşkûn got, ‘Em dixwazin Kemal Bûrkay jî di nav xwe de bibînin’.

 

Berdevkê KCD’ê Cemal Coşkûn diyar kir ku ji bo ew bikaribin ji ezmûnên Bûrkay sûd werbigirin, vê bangê li Bûrkay dikin ku were di nava KCDê de peywir bigire.

Cemal Coşkûn Berdevkê KCD

Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Cemal Coşkûn ji ANFê re ragihand ku, ew ê 30-31ê Tîrmehê li Amedê civata giştî ya KCDê li dar bixin û Kemal Bûrkay jî di 30ê Tîrmehê de vedigere welêt. Coşkûn got, “Em dixwazin Kemal Bûrkay jî di nava xwe de bibînin.”

Coşkûn diyar kir ku wan di çarçoveyên xebatê KCD’ê de bi hemû sazî û rêxistinên nûnertiya herêmê dikin re dest bi hevdîtinan kiriye û hevdîtin didomin. Coşkûn got; “Li gor asta delegeyan Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, hene. Wê HAK-PAR û KADEP jî weke çavdêr beşdarî civatê bibin.”

Coşkûn got ku ew ê Kemal Bûrkay vexwînin û ew ê daxwaz bikin ku di nava KCDê de peywir bigire. Coşkûn diyar kir ku divê Bûrkay ezmûnên xwe ji me re rabigihîne.

Advertisements