Kempeyna ‘Îran Raweste’ diçe herêma topbaranê

Nûçexane – Berdevkê kempeyna ‘Îran Raweste’ Lence Ebdûllah doh di xwepêşandana li ber konsolosxaneya Îranê ya Hewlêrê de diyar kir ku, ew ê herin serdana deverên topbarankirî. Çav li rê ye îro komek ji çalakvanên kempeyna ‘Îran Raweste’ îro herin rewşa xelkê sivîl yên ku topbaranê bandor li wan kiriye li cihê cih bibînin.

Kempeyna ‘Îran Raweste’ ji çend rêxistinên sivîl û pîşeyî pêkt ê û çend heftê berê ji bo şermezarkirina topbarana sînorên herêmê û parastina xelkên sivîl ên li wan navçeyan hatiye destpêkirin. Doh li Hewlêrê ji alîyê kempeyna ‘Îran Raweste’ ve çalakîyek protestoyî hatibû lidarxistin û ji bi daxwaznameyekê ji berpirsên konsolosxaneya Îranê hatibû xwestin ku, di nav 72 saetan de topbaranê bidin rawestandin. Jêder: Rûdaw

 

Advertisements