Di konsera Kardeş Turkuler de hewldana provakasyonê bi ser neket

Nûçexane – Di konsera ku li qada Pazarê ya Îhsaniyeyê pêk hat de, wek konsera Harbîyeya Stenbolê dîsa komeke nijadperest bi dirûşmên ”Şehîd namirin, welat parçe nabe’ xwest provakasyonê bike, lê guhdarên konserê bi dirûşma “Bijî biratiya gelan” bersiva wan da û bêyî ku bûyerek biqewime konser bi dawî bû.

Li navçeya Nîlufer ya Bûrsayê koma muzîkê Kardeş Turkuler bi stranên kurdî, erebî û tirkî konserek pêk anî. Komeke nijadperest bi dirûşmên ‘Şehîd namirin, welat parçe nabe’ wek konsera li Harbîye ya Stenbolê ku li hunermend Aynûr Dogan neçar mabû dev ji dikê berde, xwest provakasyonekê pêk bîne. Lê polîsan koma nijadperest ji qada konserê dûr xist û nehişt bûyereke nebaş biqewime.

Kardeş Turkuler hir wiha strana Aynur Dogan ya “keça kurdan” strand û solîstê komê hûnermend Vedat Yildirim, ev stran ji bo zarokên ku dixwazin aştiyê pêk bînin diyarî kir. Şaredarê navçeya Bursa Nîluferê piştî konserê kulîlk li koma Kardeş Turkuler belav kir.

Advertisements