Hoşyar Zebarî hişyarî da Îranê û xwest topbaranê rawestîne

Nûçexane – Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî li ser topbarana Îranê ya ser sînorê herêma Kurdistanê û pevçûnên bi PJAKê re ragihand ku, divê Îran di zûtirin demê de topbaranê rawestîne.

Li gor nûçeya BBC Hoşyar Zebarî hişyarî daye Îranê ku, heger topbaran berdewam bike wê têkilîyên herdu welatan nebaş bibin.  Zêbarî diyar kir ku, ev 5 sal in hêzên Îranê carcaran sînorên herêmê topbaran dikin, lê vê carê bi topbarana bênavber ziyanên mezin gihîştîye gelê herêmê.

Advertisements