Artêşa Îranê li Hacî Umranê şivanekî 13 salî kuşt

Nûçexane – Birêveberê nahîyeya Hacî Umranê Mexeyd Arîf Ehmed ragihand ku di encama bombardûma artêşa Îranê ya li ser zozanên Hacî Umranê de, şivanekî ciwan hate kuştin.

Mexeyd Arîf Ehmed got, “Duhî êvarê ji ber bombardûmana artêşa Îranê ya bo ser zozan û navçeyên sinorî yên Hacî Umranê li navçeya Berdesoran, şivanekî bi navê Mihemed Enter Zirar (13 salî) hate kuştin ku xelkê nahiyeya Herîrê ye.”

Ehmed da zanîn, şivanê ku hatiye kuştin di nava axa herêma Kurdistanê de mijûlî çêrandine pêzê xwe bûye.

Nahiyeya Hacî Umranê 193 km li rojhilata Hewlêrê ye û ser bi qazaya Çomanê ye. AKnews

Advertisements