Balyozê Amerîka: Hemaîl Xan jinek giring bû

Nûçexane – Balyozê Amerîka yê İraqê James Jeffrey bi mûnasebeta koça dawîkirina Hemaîl Xanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de dibêje: “Ew jinek pir giringe, di gelek salên tejî nexweşî de piştgirî daye xêzan û gelê xwe.”

Daxuyaniya Balyozê Amerîka ku kopiyek ya wê gihaye destê Rûdawê de tê gotin: “Ez bi bihîstina koça dawîkirina dayîka Serokê Herêma Kurdistanê û hevsera serkirdeyê nemir Mele Mistefa Barzanî Hemaîl Xanê dilgiran bûm. Bi vê armancê jî ez sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistan û binemala wî re dixwazim.”

Doh dayîka Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jiyana xwe ji dest da û îro serê sibehê li gundê Barzan hat veşartin. Rûdaw