Ocalan: Êdî tiştê ku ez bikim qedîyan

Nûçexane – Serokê PKKê Abdûllah Ocalan, di hevdîtina ku 27ê Tîrmehê li girava Îmralîyê bi parêzerên xwe re pêk anî de ragihand ku, him dewlet him jî Qendîl wî wekî taşeron bi kar tîne û got, ‘Êdî tiştên ku ez bikim qedîyan. Ji niha û şûn ve heger bixwazin ez rolê xwe pêk bînim divê ji bo min şertên ewlehî, tenduristî û tevdaneke azad saz bikin. Êdî bêyî van tu tiştekî nikarim bikim’.

Li gor nûçeya ANFê Ocalan di hevdîtinê de operasyon û topbarana Îranê jî bi tundî şermezar kir û got, “Operasyona Îranê êrîşeke di asta tevahîya herêmê de ye. Îran dixwaze damarê azad yê Kurdan ji kokê ve biqelîne, ev pir xeter e.” Ocalan di hevdîtinê de êrîşa Îranê wek helwesteke kirêt nîrxand û da zanîn ku, li gor texmîna wî Tirkiye jî bi Îranê re tevdigere û rewşa Îranê jî şiband rewşa Sedam Hiseyîn.

Advertisements