PJAK: Heta ku êrîşên Îranê dom bikin em agirbestê ranagihînin

Nûçexane – Berdevkê PJAKê Şêrzad Kemanger ragihand, heta ku topbaranên artêşa Îranê dom bikin ew agirbest ranegihînin û ji bo mayîna li sinorên herêmê jî destûrê ji kesî wernagirin.


Ajansa Nûçeyan Fars a Îranê ji zarê berpirsekî artêşa pasdaran ragihand ku divê hêzên hikûmeta Bexdayê an hikûmeta Herêma Kurdistanê bên ser sinor û desthilata xwe di wan sinoran de bisepînin.

Berpirsê îranî got, “Heta ku çekdarên PJAKê navçe bi cih dihêlin, operasyonên leşkerî yên artêşa Îranê dê li navçeyên sinorî dom bikin ku dirêjiya wê 150 km û firehiya wê jî 20 km ye.”

Şêrzad Kemanger di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, “Heta ku îranê hêzên xwe nekşîne û siyaseta xwe ya li hemberî gelê kurd neguhere, em bi çi awayî agirbest ranegihînin.”

Kemanger li ser wergirtina destûra mayînê li herêma Kurdistanê jî got, “ Hikûmeta herêmê çi destûr nedaye me, gerîllayên kurd bo mayîna li axa Kurdistanê ji kesî destûr wernegirtiye û mayîna wan pêwîstî bi destûrê nîne. Li kuderê kurd hebin, gerîllayên PJAKê dê li wir hebin. AKnews

Advertisements