Wê Sezen Aksu û Grup Yorum pêşwazîya Bûrkay bikin

Nûçexane – Endamê komîteya ku bi armanca amadekariyên pêşwaziya Kemal Bûrkay hatiye pêkanîn Celal Yildiz da zanîn ku amadekariyên pêşwaziyê hatine qedandin û di nav kesên ku dê pêşwazî li Bûrkay bikin de stranbêja navdar a tirk Sezen Aksû jî heye.

Celal Yildiz derbarê amadekariyên pêşwazîkirina siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Kemal Bûrkay de ku 30ê vê mehê ji Swêdê vedigere Tirkiyeyê, got, amadekariyên komîteya wan temam bûne û Bûrkay wê li 30ê tîrmehê di seat 16:45an de bigihe Balafirxaneya Stenbolê.

Yildiz diyar kir ku, wê Sezen Aksû, Grûp Yorûm û Seher Dilovan jî tê de ji aliyê jimareyek ji kesayetiyên navdar ve bê pêşwazîkirin.

Celal Yildiz da zanîn ku dê roja yekşemê bi beşdariya jimarek rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û hevalên wî yên berê, li ser şerefa Bûrkay xwarinek bê sazkirin û got:

“Birêz Bûrkay dê 6ê tebaxê derbasî Enqereyê bibe û dê nêzîkî 10 rojan li Enqereyê bimîne û hevdîtinan digel heval û dostên xwe yên kevin pêk bîne û dê paşî derbasî Diyarbekirê bibe.”

Advertisements