Erdogan Serxweşîya Barzanî kir

Nûçexane – Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di peywendiyeke telefonê de sersaxî ji Serokê Herêma Kurdistanê re xwest û daxwaza wê yekê kir ku ev xema wan ya dawî be.

Li gor malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, doh Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi armanca koça dawî ya Hemaîl Xanê, bi peywendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sersaxî jê re xwest.

Erdogan di peywendiya telefonî ya ligel Barzanî de got: “Ez hêvî dikim ku ev xema dawî ya we û xêzana we be û dayîka we di biheşta berîn de şad bibe.”

Advertisements