Barzanî: Mirina dayika min bû sedema yekbûna rêzên kurd

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî bidawîbûna şîna dayika xwe Himayil Xanim, ku 27ê Tîrmehê, wefat kiribû, di peyamekê de, spasya gelê Kurdistanê kir û got, “Ez kêfxweş im, ku wefata dayika min bû sedema xurtbûna yekrêziya gelê me.”


Serok Barzanî, di daxuyaniyekê de, ku di malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat weşandin, spasiya hemû berpirsên hikûmet û partî û rêxistinan li Iraq û Herêma Kurdistanê û her wiha lîder, balyoz û dîplomatên welatan kir ku beşdarî di şîna dayika wî Himayil Xanimê kirin.

Barzanî, spasiya taybet li Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û jinên Kurdistanê bo beşdarî di şîna dayika wî de kir û wiha pêde çû:

“Ez pir kêfxweş im ku wefata dayika me ya hêja, bû sedema kombûna rêzên gelê me û zemîneyek baş bo aştî û biratiyê li Herêma Kurdistanê xuluqand. Em tu carî, lutf û zehmetiya xûşk û birayên Kurdistanî ji bîr nakin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hêviya xwe xwest ku arîşeyên Iraqê, bi beşdariya hemû aliyekî bê çareserkirin û biratî û pevre jiyan û aştî, li Iraq û Herêma Kurdistanê de geşe bike û wiha got, “Ev, arizûya dayika min bû.”

Piştî wefata dayika Serokê Herêma Kurdistanê Himayil Xanimê, 3 roj şîn li Herêma Kurdistanê hatibû ragihandin ku îro bi dawî bû. AKnews

Advertisements