BDP: Îstîfa fatûreya têkçûnê ye

Nûçexane – Parlamenterên BDPê îstîfayên ku di nav artêşa Tirkiyê de pêk hatî nirxandin. Hate diyar kirin ku ji ber têkçûna li hemberî PKKê fatureyek wisa li hemberî fermandarên arteşê birîn.

Dengvedana îstîfakirina fermandarê Giştî yê Artêşa Tirkiyê Işik Koşaner û fermandarên hêzê ku bi biryareke demildest pêk hatibû, hê jî didome. Parlamentê BDPê yê Êlihê Bengî Yildiz diyar kir ku îstîfakirina fermandaran ji bo Tirkiyeyê pêngavek baş nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê xuyakirin ku hê jî di TSKyê de mekanîzmayek ku li berxwe dide heye û li hemberî îradeya sivîl jî berxwe dide. Mirovên ku memurên dewletê û yên hikûmetê ne dema ku îstîfa dikin, reaksyonên xwe tînin ziman û peyamê didin hin deran. Ev li welatên demokratîk û hiqûqa demokratîk de pir nayê dîtin. Kesên ku îstîfa kirine ne di nava lêgerînê de ne û ev yek jî ji bo pêşketina Tirkiyê pêngaveke başe. Ji ber vê yekê em êdî dibînin ku li Tirkiyê hêdî hêdî leşker asta xwe hîn dikin. Ev rewş jî kêfxweşiyeke.”

Îstifa di cih de ye

Parlamentera Sêrtê Gulten Kişanak, diyar kir ku îstîfayên serfermandaran di cih deye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di pergalên demokratîk de îstîfa kirin mekanîzmayeke gelek girîng e. Lê mixabin di nav siyaseta niha de ev tişt pêk nayê. Ji ber ku li Tirkiyê pir îstîfa nayê kirin nêzbûna bi guman derdikeve holê. Generalên ku bi sedemên darbeyê dihatin darizandin, hê jî nîqaşên terfî û doz nehatî kirin îstîfa kirin û ev tişt girîng e. Darbe îdiayeke girîng e. Îstîfayên van wekî reaksyon û helwestek naxwazim binirxinim, li gorî min îtham û îdiayên girîng hene û herwiha cihê ku kar dikin di pirsgirêkên ji heye. Divê wesayeta leşkerî ji holê bê rakirin.

‘Demakrasiya sivîl’

Serokê Koma BDP’ê Selahatîn Demîrtaş, da zanîn ku îstîfakirina fermandaran li Tirkiyeyê bandorek nekir. Demîrtaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema li Tirkiyê general û fermandarên leşkerî îstîfa dikin krîzek dernakeve holê. Lê îstîfakirina fermandaran nayê weteya pêşketina demokrasiya sivîl. Îdiayên wekî doza Ergenekon û darbe hene. Ev îdiayên girîngin. Heke tiştek wisa hebe, divê bên cezakirin. Em ti carî alîgirê darbeyê nînin ji ber ku sûceke mezin e. Divê ev mijar bê lêkolînkirin. Li vir sekna AKPê ne sekna gel û daxwazên gel ên demokratîk girîng e. Her wiha divê serokwezîr ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên berbiçav bavêje. Dîsa 30 salin li Tirkiyê pirsgirêka kurd heye û Artêşa Tirk li hemberî PKKê têkoşînek dide. Lê ev tişt nîşan da ku Artêşa Tirk li hemberî PKKê serkeftinek bi destnexist. Ev tişt tê wateya fatureya têkçûnê ji fermandaran hate derxistin.” Rûdaw

Advertisements