Rûniştina Doza KCKê ya bê parêzer taloq bû

Nûçexane – Rûniştina îro ya Doza KCKê ku tê de 104 kes ji wan girtî 152 kes tên berdadkirin, bo sibê hate taloqkirin.

Rûniştina 24ê ya doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya ku ev 2.5 sal in dom dike û ji ber arîşeya bergiriya bi zimanê dayîkê hertim tê taloqkirin, îro li 6emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê dest pê kir.

Doza KCKê ya ku parlamenterê berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Hatîp Dîcle, 2 şaredarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), çend endamên parêzgehên bajaran jî tê de, 104 kes ji wana girtî, 152 kes tên berdadkirin, îro li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekirê ji nû ve dest pê kir.

Rûniştin ji ber amadenebûna parêzeran bo sibê hate taloqkirin. Ji ber ku parêzer amade nebûn, dozger ji CMUKê, parêzer xwest û ragihand ku eger baro parêzger neşîne ew dê derbarê Baroya Diyarbekirê de doza yasayî tomar bike.  Heta niha di Doza KCKê de qeyrana bergiriya bi kurdî çêdibû vê carê jî qeyrana parêzeran çêbû.

Di çarçoveya operasyonên li dijî KCKê ya li 14ê nîsana 2009an de, li 13 bajarên Tirkiyeyê, cîgirên Partiya Civaka Demokratîk, Hatîp Dîcle û 12 şaredarên BDPê jî tê de 104 kes hatibûn girtin. Di operasyonan de heta niha nêzî 2 hezar siyasetmedarên BDPyî, rêveber û endamên wê partiyê hatine girtin. AKnews

Advertisements