Serokê PJAKê: Îran rêya sîyasetê veke em ê çekan deynin

Nûçexane – Serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ebdurehman Hacî Ehmedî, diyar kir, heke Îran bihêle ew xebata siyasî bikin, ew ê çekan deynin.

Serokê PJAKê Hacî Ehemdî, derbarê banga Îranê bo çedkanîn de, ji AKnewsê re axivî û got, em bi mercekê çekan daytînin ku Îran bihêle em baregah û navendên xwe li Rojhilatê Kurdistanê vekin û azadane xebata siyasî bikin.

Hacî Ehmedî, diyar kir, hêzên wan li nav xaak Îranê de, çalakiyan pêk tînin ne li nav xaka Herêma Kurdistanê de û wiha axivî, “Gerîlayên me li devera Qendîl in ku milkê tu hêz û aliyekî nîne.”

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Omer, di hevpeyvînekê de digel heftenameya Rûdaw, gotibû, “Pêşniyara dawî ya Îranê bo PJAKê ew e ku PJAK jî wek partiya demokrat û komele ya Îranê, li Herêma Kurdistanê cîgir bin û tenê xebatên siyasî bikin û êrişî Îranê nekin.” Aknews

Advertisements