Elçî û heyeta parlementeran çûn serdana Barzanî

Nûçexane – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di sê‌ hevdîtinên cuda cuda de (02/08/2011) pêşwaziya birêz Şerafedîn Elçî Serokê Partiya Demokrata Beşdar û Endam Parlemenê Tirkiye û Esad Canan Endamê Parlemena Tirkiye û şanda li gel wan kir.

Her wiha Seyîd Haşim Haşimî kesayetî û siyasetmedarê Kurd û Endamê berê yê Parlemena Tirkiye û şanda li gel û Behram Weledbegî Serokê Enstituya Kurd li Tehran û hejmarek ji rewşenbîrên Kurdê Îran ku bi mebesta serxweşîya koça dawiya Hemayîlxan a dayika Serok Barzanî serdanê kiribûn.

Şerefedîn Elçî, Es’ed Cano, Seyîd Haşim Haşimî û Behram Weledbegî û şanda li gel wan li gel gihandina hevxemiya xwe bi Serok Barzanî û malbata birêz, hêvî xwestin ku eve xem û nexweşiya wan ya dawî bê û Serokê Herêma Kurdistanê jî spasî ji bo vê serdan û hevxemiya wan kir. SHK

Advertisements